Şam – SANA
Ev roja çaran e ku Encumena Gel a Sûrîyê, bi serokatîya Serokê Encumenê Ebdilhemîd El-ʼEwwag, di gotûbêjkirina madeyên projeya Rêziknameya Navxweyî de ku hejmara wan 227 in berdewam e.
Di guftûgoyan de bêhtir giranî dan jinûvenirxandin û pêkanîna hin guhertinên pêwîst di madeyên projeyê de, da ku bilindkirina karîgerîya karê encumenê û rêkxistina mekanîzmayên biryardanê tê de misoger bibe.
Hejmarek endamên encumenê tekez kirin ku civîn bi awayekî erênî bi rê ve çûn û gotûbêjên objektîv û şefaf tê de çêbûn, bi awayekî hûrbîn û berfireh bûn di dema daraştina her bendekê de, da bigihêjin rêziknameyekê ku li gorî xwestekên Sûrîyan be, karê parlemanî xurt bike û mekanîzmayên pejirandina yasayan pêş bixe.
Endaman zelal kir ku encumen bi gavên sîstematîk ber bi temamkirina gotûbêjkirina hemû xalan ve diçe. Wan bal kişand ser wê yekê ku babeta herî girîng a ku bi berpirsîyarîyeke bilind hate gotûbêjkirin, mijara hejmara komîteyên pispor bû; ku komîteyên Ciwanan û Werzişê, Jin û Malbatê, Qurbanî û Şehîdên Şoreşê, Koçber û Windabûyên Kotekî û Girtîyan, ligel komîteya Dadwerîya Veguhêz di nav wan de bûn.
Di dawîya karên xwe de, encumenê civîna xwe rawestand da ku îro Pêncşemê gotûbêjkirina xal û biryarên din berdewam bike, wekî temamkirina xula awarte ya Gera Yasadanînê ya Yekem, da ku bigihêjin şêweyê dawî yê rêziknameya navxweyî.