New York-SANA
Binpêkirin û îhlalkirinên desthilatdariyê û her wisa ya maf û hiqûqên navdewletî yên ku ji teref rejîma dagirker ve tên kirin berdewam dikin ku di vê warî de ji teref “Hiyûman Rayts Woch” Çavdêriya Mafên Mirovan ve hat ragihandin Îsraîl li başûrê Sûriyê sûcên şer dike.
Hat ragihandin “Hiyûman Rayts Woch” piştrast kir ku hêzên Îsraîlî yên ku ji Kanûna 2024an vir ve hin deverên başûrê Sûriyeyê dagir kirine, rêzek binpêkirinan dikin ku di nav van de tiştên mîna van xalan hene: Koçberkirina bi zorê, ku sûcê şer e, ji bilî desteserkirin û hilweşandina malan, bêparkirina niştecihan ji milk û debara wan, û girtin û veguhestina wan bi awayekî keyfî bo Îsraîlê.
Rêxistinê di berdewama daxuyaniyê de bang li hikûmetan kir ku her piştgiriya leşkerî ya ji bo Îsraîlê ku dê binpêkirinên mafên mirovan û qanûna navneteweyî li başûrê Sûriyeyê hêsan bike birawestînin û li ser kesên berpirsiyarê binpêkirinan cezayan ferz bikin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di raporekê de ku îro li ser malpera rêxistinê hate weşandin, rêxistinê rave kir ku ji hilweşîna rejîma berê di Kanûna 2024an de, Îsraîl ketiye nav herêma bêçek a ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve tê çavdêrîkirin û Girên Golan ên dagirkirî ji mayî axa Sûriyeyê vediqetîne.
Rêxistinê di berdewama daxuyaniya xwe de balan kişand li ser axên ku ji teref rejîma dagirker ve hatine dagirkirin û wiha hat gotin: “Îsraîlê neh çeperên leşkerî yên ji Çiyayê Hermon, di nav bajarê Quneytrayê re, heta hin deverên rojavayê Derayê ava kiriye û êrîşên xwe yên asmanî li ser binesaziya leşkerî zêde kiriye.” Rêxistinê her wisa rave kir ku rayedarên Îsraîlî niyeta xwe ya “bi tevahî bêçekkirina başûrê Sûriyeyê” dubare dikin û gelek caran diyar kirine ku hêzên Îsraîlî dê bêdawî li herêmên ku wan vê dawiyê girtine bimînin.
Rêxistinê destnîşan kir ku Îsraîl ji sala 1967an vir ve rê li ber vegera bi deh hezaran Sûriyên koçber bo bilindahiyên Golanê vekiriye.
Rêxistinê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku raporên medyayê yên vê dawiyê êrîşên bejahî yên nû yên Îsraîlê bo ser Quneytrayê piştrast dikin, di nav êrîşên asmanî yên dijwar ên li ser Quneytra û Derayê de, ku nîşan dide ku operasyonên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê berdewam dikin.
Rêxistina “Hiyûman Rayts Woch” di berdewama daxuyaniyê destnîşan kir ku ji Kanûna 2024an vir ve, wê şahidiyên welatiyên Sûriyeyê yên ji gundê El-Hemîdiye li gundewarê Quneytrayê belge kiriye, ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve bi çekan ji malên xwe hatine derxistin, 12 ji wan hilweşandin û li şûna wan cihekî leşkerî ava kirine. Her wiha şahidiyên kesên din ên ji gundê Cûbetha el-Xeşab belge kiriye, ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve nehiştine ku bigihîjin erdên xwe yên çandiniyê, çavkaniya debara xwe, û deverên wan bi buldozeran hilweşandin û li wir cihên leşkerî ava kirine.
Rêxistinê her wiha şahidiyên ku nîşan didin ku hêzên Îsraîlê bi awayekî keyfî hejmarek welatiyên li başûrê Sûriyeyê girtine, di nav de kurekî 17 salî yê seqet, û hin ji wan veguheztine Îsraîlê, ku li wir bê sûcdarkirin têne girtin.
Di berdewama raportê de rêxistinê rave kir ku lêkolîneran wêne û vîdyoyên ku ji hêla kesên ku wan hevpeyvîn pê re kirine ve hatine şandin nirxandine û wêneyên satelîtê analîz kirine da ku hesabên wan piştrast bikin, diyar bikin ka kengî û li ku derê tesîsên leşkerî hatine çêkirin û deverên ku bi buldozeran hatine hilweşandin bipîvin.
Rêxistinê destnîşan kir ku qanûna mirovî ya navneteweyî, li gorî madeya 49an a Peymana Çaremîn a Cenevreyê, koçberkirina bi zorê ya bêmaf a sivîlan li herêmên dagirkirî qedexe dike û wê wekî sûcekî şer dibîne.
Hat hînbûn “Hiyûman Rayts Woch” bang li Dewletên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropî, Keyaniya Yekbûyî û welatên din kir ku bi rêya Dadgeha Cezayê Navneteweyî piştgiriyê bidin tedbîrên hesabdayînê ji bo Îsraîlê û gavên ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam ên wê bavêjin.
Derbarê mijarê de Hîba Zayadîna Lêkolînera Payebilind a Sûriyê ji bo Hiyûman Rayts Woch re got, “Divê hêzên leşkerî yên Îsraîlê li Sûriyeyê ne xwediyê azadiya desteserkirina malan, hilweşandina wan û derxistina malbatan bin.” Wê her wilo îfade kir ku kiryarên dawî yên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê ne li ser bingeha pêwîstiya leşkerî ya rewa ne, lê belê beşek ji qaîdeyên lîstikê yên wê li axên Filistînî yên dagirkirî û deverên din ên herêmê ne, ku niştecihan ji maf û azadiyên wan ên bingehîn bêpar dikin.
Zayadîn di berdewama daxuyaniya xwe de got ku, “Bersiva hikûmetan a li hember tevgerên neqanûnî yên Îsraîlê li herêmê dihêle ku ew taktîkên xwe yên tepeserkirinê bê ceza bicîh bîne.” û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina piştgiriya leşkerî ji bo Îsraîlê û piştgirîkirina hesabdayînê bi rêya kanalên cûrbecûr, di nav de dadgehên navneteweyî, tedbîran bigire.