Washington-SANA
Komeleya Endezyarên Elektrîk û Elektronîkê ya Navdewletî (IEEE) ragihand ku ew nêzîk amadekarîyên dawî yên standarda Wi-Fi 8 ya ku bi navê 802.11bn tê naskirin temam bike, ku ev yek guhertineke kalîteyî di teknolojîyên peywendîya bêtêl de nîşan dide.
Li gorî raporeke ku malpera “Network World” a pispor di karûbarên toran de weşandiye, standarda Wi-Fi 8 armanc dike ku derengketina bersivdanê bigihîne asta herî kêm. Taybetmendîya herî sereke di vê standarda nû de teknolojîya “Coordinated Spatial Reuse” e.
Tê pêşbînîkirin ku standarda Wi-Fi 8 bibe sedema veguhertineke mezin di torên peywendîya bêtêl de, bi rêya dabînkirina daxwazên bikaranîna zêde û sepanên paşerojê yên ku xwe dispêrin peywendîya aram û dema rasteqîne.