Waşington-SANA
Kompanya Google a Amerîkî modeleke nû ya zîrekîya destkird a bi navê “Gemini Omni” eşkere kir. Ev gaveke nû ye ku arasteya wê ya ber bi pêşxistina sîstemên ku dikarin bi piştgirêdana bi ccreyên cuda yên daneyên dîjîtal re naverokeke tekûz û pir-medyatî hilberînin, xurt dike.
Malpera “TechCrunch” a teknolojîk a Amerîkî duh Sêşemê dîyar kir ku kompanyê malbateke nû ya modelên zîrek ên pir-medyatî di bin navê “Gemini Omni” de daye destpêkirin. Malperê zelal kir ku Rêveberê Giştî yê Google-ê Sundar Pichai tekez kiriye ku ev model dikare her naverokekê ji her cure daneyan (çi nivîs, wêne yan qeydên dengî bin) ava bike, ligel giranîdana pêşîn a li ser hilberîna vîdyoyê.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku “Gemini Omni” tenê bi gihandina wêne, deng û nivîsan di nav vîdyoyekê de namîne, belkî xwe dispêre ravekirina wan bi şêweyekî tekûz da ku vîdyoyên lihevhatî û bi kalîteya bilind hilberîne, ku têgihîştina ji qanûnên fîzîk, çand, dîrok û zanistan raber dike.
Her wiha ev model rê dide guherandina wêneyan bi rêya fermanên nivîskî yên hêsan, ligel şîyana çêkirina vîdyoyekê bi rêya avatar (wêneyê sembolîk) ê dîjîtal ku çav li bikarhêner dike, piştî qeydkirineke kurt a deng û livên wî; ev pêngav di çarçoveya hewldanên sînordarkirina teknolojîyên sextekarîya kûr (deepfake) de tê avêtin.
Ev geşedan piştî sê salan ji destpêkirina sîstema “Gemini” tê, ku Google tekez dike ku “Gemini Omni” ne tenê nûkirina modela vîdyoyê ya berê “Veo” ye, belkî gaveke nû ye ji bo yekkirina şîyanên zîrekîya destkird di hilberîna pir-medyayan de, ligel pejirandina nîşana avî (watermark) ya dîjîtal ji bo piştrastkirina jêdera naverokê.