Wașington – SANA
Mirovekî Amerîkî bi navê John Cotterman, di dema paqijkirina zevîyên şil de li bajarokê Upper Township li eyaleta New Jerseyê, nameyek di hundirê şûşeyekê de dît; vê bûyerê zarokatîya keçekê piştî bi dehên salan anî bîra malbata wê.
Name ji 20ê Tebaxa 1973an de ye, ku ji alîyê keçeke 9 salî ya bi navê Laurie Blair ve hatibû nivîsandin û di nameyê de wê keçê çîrokeke xeyalî nivîsandibû û xwestibû vegere nav malbata xwe .
Cotterman wêneyê nameyê li ser torên civakî belav kir da ku bigihîje xwedîya wê û bi rêya vê yekê peywendî bi xuşka wê Allison Spencer re hat danîn, ya ku piştrast kir ku Laurie name jê re xwendibû berî ku şûşeyê bavêje perava Ocean City.
Cotterman dît ku Laurie di sala 2019an de koça dawî kiriye, û dîroka jidayikbûna wî hevdem e ligel dîroka jidayikbûna wê keçê, tiştekî ku hestekî mirovî yê taybet da çîrokê. Cotterman name ji xuşkê re şand, ya ku biryar da wê bixe nav çarçoveyekê û li mala xwe nîşan bide ji ber nirxê wê yê hestyarî yê mezin, ku ronahîyê dixe ser dîyardeya nameyên di şûşeyan de wek rêyeke ragihandinê ya kêmwêne di nav dem û salan de.