Bruksel-SANA
Yekîtîya Ewropayê (YE) veguhertineke dîrokî tomar kir piştî ku enerjîya tav û bayê di hilberîna elektrîkê de zora sotemenîyên fosîl birin. Di heman demê de hişyarî hatin dayîn ku tora elektrîkê ya kevnar dibe ku bibe asteng li pêşîya vê veguhertinê.
Malpera “Euro News”ê ji zarê navenda ramanê ya enerjîyê “Ember” di raporekê de ragihand ku: Cara yekem di sala 2025an de, ba û tavê li YE li gorî sotemenîyên fosîl elektrîk zêdetir hilberandin, ku ev yek wekî qonaxeke girîng û berbiçav li ser rêya veguhertina ber bi enerjîya paqij ve tê hesibandin.
Di vê çarçoveyê de, Komîsera Enerjîyê ya YE Kadri Simson sala borî hişyarî dabû ku armancên enerjîya nûjen ên sala 2030an nayên bidestxistin, heya ku jêrxana torê “bi lezeke pir mezin” neyê nûjenkirin.