Waşington-SANA
Kompanya Samsung Electronicsê di çarçoveya plana jinûvebirêkxistina kar û veguhestina navenda operasyonên xwe yên Amerîkî yên taybet bi elektronîkên mezêxer bo wîlayeta Texasê, bi sedan derfetên kar di operasyonên xwe yên li Dewletên Yekbûyî kêm kirin.
Ajansa Reutersê îro Yekşemê dîyar kir ku kompanya Koreya Başûr ragihand ku ji ber veguhestina navenda serekî ya kompanya Samsung Electronicsê bo Texasê, 739 derfetên kar di ofîsa wê ya li bajarê Englewood Cliffsê li wîlayeta New Jerseyê ketine ber bandora biryarê.
Kompanyê zelal kir ku ev gav tenê bi sektora elektronîkên mezêxer ve sînordar e û karên nîvragihîneran (semiconductors) li xwe nagire.
Ajansê her wisa bal kişand ser wê yekê jî ku nêzîkî 100 karmendên din ên di ofîsa kompanyê de ya li bajarê Planoyê li wîlayeta Texasê jî li ber proseyên kêmkirina derfetên kar ketine, ku di nav wan de xebatkarên sektora telefonên mobîl jî hene.