Ottawa-SANA
Endezyarê Kanadayî John Tse sîwaneke firok a xweser afirand ku dikare di dema çûnûhatinê de ligel bikarhêner be, çi di bin tîrêjên rojê de be yan di dema barîna baranê de. Ev afirandin teknolojîyên firîna otomatîk û pergalên şopandina zîrek digihîne hev.
Wî dahênerî dîyar kir ku guhertoya yekem a sîwanê xwe dispart yekeyeke kontrolkirina bi destan, berî ku bibe modeleke xweser ku dikare bi temamî li pey bikarhêner biçe. Ezmûn zêdetir li ser mekanîzmaya şopandinê hatine kirin ne li ser firînê.
Tevî ku John Tse mikur tê ku sîwana wî hîn hewceyî pêşxistineke zêdetir e, lê ezmûnan nîşan daye ku ew sîwan dikare li hember baranên gurr li ber xwe bide. Tse tekez kir ku bidestxistina serkeftineke pratîk ku were bikaranîn, pêngaveke bingehîn e di rêya dahênanê de.