Waşington-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû nîşan da ku têkilîyek di navbera wergirtina vaksîna Covid-19 û kêmbûna rîska tûşbûna bi alozîyên giran ên dil û lûleyên xwînê yên bi vegirtina vîrusê ve girêdayî heye, nexasim di nav kal û pîran de, di encamên ku wekî xwedî giringîyeke bijîşkî ya mezin hatine pênasekirin.
Li gorî tiştê ku rojnameya “The Independent” a Brîtanî pêr ragihandiye, lêkolîna ku di kovara zanistî ya “JAMA Internal Medicine” de hatiye weşandin, ji alîyê lêkolînerên Wezareta Karûbarên Şervanên Dêrîn a Amerîkayê ve, bi hevkarîya ligel Zanîngeha Washingtonê ya li St. Louis hat encamdan.
Lêkolînê xwe spartiye ravekirina daneyên tenduristîyê yên zêdetirî mîlyonek şervanên dêrîn li Dewletên Yekbûyî, ku navîna temenê wan di ser 70 salî re ye. Encamên lêkolînê nîşan dan ku wergirtina vaksîna Covid-19 di salên 2024 û 2025an de, bûye sedema kêmbûna nêzîkî %38 di rîska tiştê ku wekî “bûyera neyînî ya mezin a dil û lûleyên xwînê” ya bi vegirtinê re girêdayî tê naskirin, ku mirina ji ber nexweşîya dil, krîzên dil, felca mêjî yan jî razandina li nexweşxaneyê ji ber têkçûna dil li xwe digire, ligel tomarkirina bandoreke rûntir di nav kesên temenê wan 75 salî û ber bi jor de ye.