London-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû ku di kovara “Science Advances” de hatiye weşandin, eşkere kir ku lêkolîner di bikaranîna robotên pêşkeftî de ji bo şopandina xaneyên penceşêrê yên ku piştî dermankirinê veşartî dimînin û ji holêrakirina wan, bi ser ketine. Ev yek dikare di pêşxistina dermankirinên bi-bandortir de bibe alîkar ji bo sînordarkirina vegera nexweşîyê yan jî paşxistina belavbûna wê.
Ajansa Reutersê ji lêkolîna ku ji alîyê Steve Altschuler ve ji Zanîngeha Californiayê ya li San Franciscoyê hatiye amadekirin veguhast û got: Ev xane -yên ku wekî xaneyên “xweragir” tên naskirin- pir kêmpeyda ne ku di nav her hezar xaneyên penceşêrê de tenê xaneyek e, lê belê dibe ku ew berpirsên vegera tûşbûna bi penceşêrê bin piştî dermankirinê.
Bi piştgirêdana bi nimûneyên penceşêra pişikê re, lêkolîneran nêzîkî 10 hezar xaneyên cuda cuda destnîşan kirine ku dikarin alîkarîya xaneyên penceşêrê bikin da ku li dijî dermankirinê li ber xwe bidin û zindî bimînin.