London – SANA
Lêkolîneke navneteweyî ya nû, bi serokatîya Profesor Ian Givens ji Zanîngeha Reading, li ser malpera Nutrition Research hat weşandin, tekez kir ku rûnên veguhêr yên siruştî (natural trans fats) yên di şîr û berhemên şîr de, nabin sedema zêdebûna rîska nexweşîyên damarên dil, felç û yên şekir ên coreyê duyemîn.
Vê pişkinînê 22 lêkolînên li Ewropa û Amerîkayê li xwe girtin; lêkolîneran dîyar kir ku ev Rûnên siruştî metarsîyê li ser tenduristîyê çênakin, berevajî rûnên veguhêr ên çêkirî (industrial trans fats) ku di xwarinên çêkirî û yên qelandî de tên bikaranîn û zirarên wan ên giran di warê zanistî de hatine piştrastkirin.
Ev encam ronahîyê dixin ser giringîya jihevcudakirina çavkanîyên rûn, û tekez dikin ku bandora wan li ser tenduristîyê li gorî xwezaya çavkanîyê û pêkhateya wan, di çarçoveya sîstema xwarinê ya hevseng de, bi tevahî diguherin.