Moskow-SANA
Tîmeke zanyarên ciwan li Moskowê, benîştekî bijîşkî yê nû afirandine, nahêle diran xira bibin û wan xurttir dike.
Zanîngeha “Seçenov” a bijîşkî, dîyar kir ku ev benîşt bi rêya sîstemeke enzîmî ya bibandor dixebite; ne tenê bêhna dev xweş dike, lê belê di dema cûtinê de qaşilê “plake”yê li ser diran çêdibe hildiweşîne û rê li ber zêdebûna mîkroban digire.
Navenda “Skolkovo” ya afrandinê ev proje eşkere kir, û got ku di demeke nêz de dê hilberîn li Rûsyayê dest pê bike.