Tokyo-SANA
Kompanya “Sony” mijara paşxistina derxistina nifşê nû yê amûrên lîstikan “PlayStation 6”ê heta sala 2029an lêkolîn dike. Ev yek di bin bandora kûrbûna krîza perçeyên bîrewerîyê (memory) û zêdebûna daxwaza cîhanî ya li ser teknolojîyên hişê çêkirî (AI) de tê, ku dibe sedema zêdebûneke mezin di lêçûnên hilberînê de.
Nirxandin nîşan didin ku dibe ev krîz di mehên bê de hîn kûrtir bibe, ji ber ku kompanyên mîna “Alphabet” û “Amazon”ê di projeyên binesazîya dîjîtal de berfireh dibin, û ev yek dibe sedema bikaranîna tibabên zêde yên çîp û bîrewerîyên pêşketî.
Ev geşedan wê rêbaza asayî ya derxistina nifşên “PlayStation”ê ku bi gelemperî her heft salan carekê ye, bişkîne; ji ber ku dihat hêvîkirin nifşê nû di sala 2027an de derkeve. Ev di demekê de ye ku “PlayStation 5” hîn jî di bazarê de performanseke xurt nîşan dide, tevî ku bihayên wê di van demên dawî de zêde bûne.