Waşington-SANA
Lêkolîneke klînîkî ya nû nîşan da ku meşandina sîstemeke xwarinê ya bi fêkî û sebzeyan dewlemend, dibe ku encamên zêde yên girêdayî nexweşîya gurçikan a kronîk, û pêdivîya çûyîna nexweşxaneyê û şûştina gurçikan kêm bike, ev jî eger li hember çavdêrîya bijîşkî ya asayî were berawirdkirin
Malpera “Medical Express” a zanistî duh Pêncşemê dîyar kir ku lêkolîna ku ji alîyê lêkolînerên Dezgeha “Baylor Scott & White Health” a Amerîkî ve hatiye kirin, 108 pîrên nexweş bi qonaxa sêyem a nexweşîya gurçikan a kronîk û asîdoza metabolîk (tirşbûna mêtbolîk) li xwe girtine, û rewşa wan li seranserî deh salan hatiye şopandin.
Lêkolîneran, kesên beşdarbûyî li ser sê komên wekhev dabeş kirin; a yekem sîstemeke xwarinê ya bi fêkî û sebzeyan dewlemend meşand; ew jî bi armanca kêmkirina barê asîdî bi rêjeya sedî 50 ku ji xwarinê tê, a duyem bîkarbonata sodyûmê (sodyûm bîkarbonat) ji bo bidestxistina kêmkirineke wekhev xwar, di heman demê de ya sêyem çavdêrîya asayî wergirt.
Encaman ew yek tomar kir ku 14 rewşên çûna nexweşxaneyê di koma fêkî û sebzeyan de derketin, li beranberî 64 rewşan ku di koma çavdêrîya asayî de derketin, her wiha di koma yekem de hejmara serdanên beşên lezgîn gihîşt 20 serdanan, li beranberî 88 serdanan di koma sêyem de.
Derbarê pêdivîya şûştina gurçikan de, çar nexweşan di koma fêkî û sebzeyan de pêwîstî bi vê yekê dît, li beranberî 16 nexweşan di koma çavdêrîya asayî de, her wiha koma bîkarbonata sodyûmê tu başbûneke zelal li beranberî koma çavdêrîya asayî di van encaman de nîşan neda.