Bekîn-SANA
Kompanyên fezayê yên taybet ên çînî bi mebesta destpêkirina yekem geşta geştûguzarîya fezayê ya mirovî heta sala 2028an amadekarîyan dikin. Ev wekî guhertineke stratejîk tê dîtin ku armanca wê vekirina sektora fezayê li pêş veberhênana bazirganî û geştyarên sivîl e.
Kompanyên nû yên çînî, mîna “CAS Space” û “Deep Blue”, li ser pêşxistina wesayîtên fezayê (mîna CYZ1) kar dikin da ku geştyaran hilgirin bo bilindahîya 100 kîlometreyan, her wiha dest bi wergirtina serlêdanên diravî yên bo cihgirtinê kirine. Ev yek qonaxeke nû ya pêşbazîyê di teknolojîya fezayê ya bazirganî ya Çînê de nîşan dide, tevî wan astengîyên ku pêwendîya wan bi ewlehîyê re heye.
Ev pêngava Çînê di çarçoveya berfirehbûneke cîhanî ya bilez de tê, ji bo veguhartina fezayê ji çalakîyeke hikûmî ber bi bazareke bazirganî ya berfireh ve. Ligel vê yekê, pêşbînîyên geşebûneke berbiçav di vê sektorê de li ser asta navdewletî di nav vê dehsalê de hene.