Waşington-SANA
Kompanya Google-ê ragihand ku taybetmendîya lîstina vîdyoyan li paşxaneyê (background) li ser platforma “YouTube”ê ji bo bikarhênerên ku ne aboneyên xizmeta “YouTube Premium” in dema ku gerokên (browsers) telefonên zîrek bi kar tînin, betal kiriye.
Malpera “Android Authority” ya taybet bi karûbarên teknolojîyê dîyar kir ku nûkirina dawî rê li ber berdewamîya lîstina deng digire dema ku ekrana telefonê tê girtin an jî bikarhênerên ku ne aboneyên xizmeta bi pere ne derbasî sepanên din dibin.
Pisporên teknolojîyê dibînin ku ev gav di çarçoveya sîyaseta Google de tê, ku armanc jê bihêzkirina abonetîyê di xizmeta “YouTube Premium” de ye, bi rêya berfirehkirina cudahîya di navbera taybetmendîyên bikaranîna belaş û ya bi pere de.