Waşington-SANA
Lêkolînerên ku beşdarî lêkolîneke navneteweyî bûne, ragihandin ku robota “Perseverance” ya Ajansa Esmanî ya Amerîkî (NASA) li çala “Jezero” ya li ser rûyê Behramê (Merîxê), belgeyên peraveke kevn dîtine, ku ev yek dîroka gerstêrka sor ji nû ve dinivîse.
Li gel belgeyên fîzîkî yên zinaran, lêkolîneran dît ku ava binerd a dewlemend bi karbonan bi zinarên ku van çînan pêk tînin re têkilî danîye. Li ser rûyê Erdê, mîneralên karbonan bi gelemperî bi wan jîngehan re têne girêdan ku dikarin di rabirdûyê de mêvandarîya jîyanê bikin.
Robota Perseverance di 18ê Sibata 2021an de li hundirê çala Jezero, ku doreza wê nêzîkî 45 kîlometre ye, danî ser rûyê Marsê. Armanca sereke ya vê erkê wekî “astrobîyolojî” hat pênasekirin, da ku li şopên jîyaneke pêkan di rabirdûyê de bigere.