Waşington-SANA
Kompanya Google dest bi belavkirina taybetmendîyeke nû di nav sepana Google Photosê de kir, ku rê dide bikarhêneran wêneyên xwe yên kesane veguherînin mîmên (memes) înteraktîf, li bin navê “Me Meme”. Google vê yekê bi piştgirêdana bi teknolojîyên zîrekîya destkird (AI) a Gemini pêk tîne.
Li gorî nûçeya malpera “Android Authority” a taybet bi warê teknolojîyê, ev taybetmendî hîn di qonaxên ceribandinê de ye û niha tenê ji bo komeke sînorkirî ji bikarhênerên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û bi zimanê Îngilîzî tenê berdest e. Her wiha di dema niha de tenê li ser amûrên Androidê dixebite.
Destpêkirina taybetmendîya “Me Meme” di çarçoveya arasteya zêde ya Google de tê ji bo entegrekirina teknolojîyên zîrekîya destkird a hilberîner (Generative AI) di nav sepanên xwe yên rojane de, nexasim xizmetên wêne û naveroka dîtbarî.