Washington-SANA
Kompanîya Applê xwe amade dike ku alîkara xwe ya kesane “Siri” veguherîne robotekî danûstandinê yê bi hişê destkird(AI) kar dike, mîna ChatGPT û Google Gemini. Taybetmendîya herî sereke ya vê gavê ew e ku Siri dê rasterast di nav amûrên iPhone, iPad û Mac de bibe yek, ev yek jî wê ji sepanên danûstanê yên derveyî hêsantir û gihîştîtir be.
Li gorî malpera Bloomberg a Almanî, ev gav cihê Apple di pêşbazîya li dijî kompanîyên hişê destkird ê hilberîner mîna Open AI û Googlê bi hêztir dike.
Sîstema nû ya bi navê sembolîk “Campos” tê naskirin, dê şûna ″Siri″ ya niha bigire, lê dê bi heman şêweyê berê were banglêkirin anku bi navê ″Siri″.
Campos dê şîyanên pêşketî pêşkêş bike, di nav de: lêgerîna li ser înternetê, kurtkirina agahîyan, çêkirina wêneyan, nivîsandina naverokan û analîzkirina dosyeyan her wiha ji bo pêkanîna karên jê tên xwestin, û dê destûra gihîştina daneyên kesane jî hebe.
Tê pêşbînkirin ku ev sîstema nû di nav sepanên bingehîn ên Applê de bibe yek û di meha Hezîranê de di Konferansa Pêşdebirên Cîhanî (WWDC) de were eşkerekirin. Bi awayekî fermî jî dê di meha Îlonê de, di nav sîstemên iOS 27 û macOS 27 de, were weşandin.