Pekîn-SANA
Rayedarên tenduristîyê li bajarê Foshan ê li başûrê Çînê, îro Şemîyê ragihandin ku 103 xwendekarên dibistaneke amadeyî bi vîrusa “Noro” ketine, û piştrast kirin ku tu rewşên giran an jî mirin nehatine tomarkirin.
Ajansa “Xinhua” ragihand ku vîrusa “Noro” sedemeke belav a iltîhaba mîde û rûvîyan a tûj e, û nîşanên wê piranî vereşandin û zikçûn in.
Xwendekarên li dibistana amadeyî ya Xinghui herî dawî bi nîşanan ketin ku pişkinînên destpêkê piştrast kirin ku ew ji ber enfeksîyona vîrusa “Noro” ne.
Rayedarên têkildar piştrast kir ku rewşa xwendekarên nexweş aram e, û destnîşan kirin ku dibistan hatiye dermankirin û xwendekar di bin çavdêrî û lêkolîna epîdemîolojîk e ne. Li gorî rayedarên parêzgeha Guangdongê, vîrusa “Noro” salane di navbera mehên Cotmeh û Adarê de çalak dibe.
Enfeksîyona vê vîrusê piranî li cihên girtî û qelebalîx belav dibe, wekî nexweşxane, malên xwedîkirinê, dibistan û keştîyên geştûguzarîyê.
Rojnameya “Independent” herî dawî eşkere kir ku bi belavbûna înfluenzayê û vîrusên din ên zivistanê re, di nexweşxaneyên Brîtanyayê de zêdebûneke berçav di tûşbûna bi vîrusa “Noro” de heye.