Helsinki-SANA
Lêkolîneke Zanîngeha Aaltoyê ya Fînlandî hişyarî da ku kirîna bi rêya înternetê dibe sedema bilindbûna asta stresa derûnî, ku carinan ji bandora xwendina nûçeyan an jî kontrolkirina e-mailan jî zêdetir e.
Encaman nîşan da ku zêdebûna bikaranîna înternetê ji bo kirînê û torên civakî dibe sedema rêjeyên bilind ên stresê; ev jî berevajî wê bawerîya belav e ku dibêje kirîn rewşa derûnî baştir dike.
Li gorî lêkolînê, bikarhênerên platformên weşana zindî û lîstikên elektronîk streseke mezintir li rex wan heye, di dema ku kesên nûçeyan û e-mailan dişopînin stresa wan kêmtir e.
Her wiha lêkolînê dîyar kir ku pirbûna bikaranîna înternetê stresê zêde dike, bi taybetî li cem kesên ku di bin zextên derûnî de ne, û hat dîtin ku ev rêje li cem jinan ji ya mêran bilindtir e.