Kanberra – SANA
Lêkolîneke nû ya Awistralî nîşan da ku mayîna dirêj li ber tîrêjên serbinafşî, tewra di wan astên nizm de ku nabin sedema sorbûn an şewata çerm jî, dibe ku zirarê bide DNAya xaneyên çerm.
Her wiha lêkolînê bal kişand ser wê yekê ku dubarebûna mayîna li ber van tîrêjan bi derbasbûna demê re dibe sedema kombûna zirarê.
Malpera Science Daily a pispora nûçeyên zanistî di raporeke xwe de ku roja Înê weşand, da zanîn ku ev lêkolîn ji hêla lêkolînerên Enstîtuya QIMR Berghoferê ya Lêkolînên Bijîşkî li Awistralyayê ve li ser 58 kesên xwedî çermê vekirî heta yê genimî hatiye kirin.
Lêkolînê bandora astên cuda yên tîrêjên serbinafşî li ser çerm ceribandin û derxist holê ku zirar digihîje DNAyê, tewra di wan astan de jî ku têra çêkirina sorbûn an şewateke berbiçav nakin.
Profesor Rachel Neale ku yek ji serpereştên lêkolînê ye dîyar kir ku laş dikare nîvroyê di demeke kurt de, yan jî serê sibehê û êvarê di demeke dirêjtir de rûbirûyî heman pîvana tîrêjên serbinafşî bibe.
Neale destnîşan jî kir ku ne tenê tundîya tîrêjan a di dema mayîna li ber tavê de, lê belê tevahîya wê tibaba ku digihîje çerm di dîyarkirina asta zirarê de hokareke girîng e.
Lêkolîneran da zanîn ku destnîşankirina zirarê di DNAyê de rasterast nayê wateya tûşbûna bi penceşêra çerm; lêbelê mayîna berdewam li ber tîrêjên serbinafşî dikare bi salan bibe sedema kombûna zirarê û di xaneyên çerm de rê li ber guherîn û mutasyonan veke, ku ev jî metirsîya tûşbûna bi penceşêrê zêde dike.
Her wiha lêkolîneran eşkere kir ku nebûna sorbûn an şewatê nayê wê wateyê ku di asta xaneyan de tu zirar çênebûye.
Wan dupat kir ku armanca encamên lêkolînê ne ew e ku mirov xwe bi temamî ji tîrêjên rojê bêpar bihêle, lê belê divê rêbazên guncav ên xweparastinê bên wergirtin; xasma bikaranîna krema parastina ji rojê û xweşparastina ji mayîna nehewce ya li ber tavê di wan deman de ku endeksa tîrêjên serbinafşî (UV) bilind e.