Canberra-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû hişyarî da ku vîdyoyên kurt ên li ser înternetê, dibe ku bandoreke neyînî li xewa zarokan, baldarî û şîyana wan a xwekontrolkirinê bikin.
Li gorî malpera zanistî (ScienceAlert)ê, lêkolîn ji alîyê lêkolînerên Zanîngeha Griffithê ya Awistralyayê ve hate kirin ku 71 lêkolînên berê yên ku nêzî 100 hezar zarok li xwe girtibûn rave kirin. Encaman zêdebûna têkçûna xewê, kêmbûna baldarî û hûrbûnê nîşan dan.
Lêkolînên nû piştrast dikin ku danîna rêzikên tund ji bo bikaranîna ekranan, parastina hevsengîyê di navbera mijûlîya dîjîtal û çalakîyên jîyanê yên din de, tiştekî bingehîn e ji bo parastina tenduristîya derûnî û fîzîkî ya zarokan û misogerkirina mezinbûna wan a saxlem.