Waşington – SANA
Tîmeke lêkolînê ji Zanîngeha Waşingtonê karî berguhkên ku bi Zîrekîya Destkird (AI) tên piştgirîkirin biafirînin. Ev berguhk dikarin dengê axêveran li cihên qerebalix veqetînin û axaftinên aloz veguherînin ezmûneke zelal û taybet.
Li gorî malpera “Interesting Engineering” a Amerîkî ku di warê nûtirîn dahênan, teknîk, endezyarî û teknolojî û zanistan de pispor e, ev pergal xwe dispêre du modelên Zîrekîya Destkird: Ya yekem nimûneyên (qalibên) pevguhertina axaftinê rave dike, û ya duyem dengên ne girîng fîlter dike û dengê axêverê rastîn bi awayekî demildest vedigerîne.
Prof. Shyam Gollakota, serpereştê projeyê, dîyar kir ku şêwaza mirovî ya dorvegera di dîyalogê de nîşanekê peyda dike ku Zîrekîya Destkird dikare bi hûrgilî bişopîne, ev yek jî dihêle bikarhêner axaftinê bişopînin bêyî hewcedarîya tu amûreke çandî.
Tîmê amaje bi wê yekê kir ku teknîka ku niha piştgirîya zimanên Îngilîzî, Mandarinî û Japonî dike, dê di demeke nêz de were biçûkkirin da ku li gorî bihîstokên nava guh û alîkarên bihîstinê yên kevneşopî be.
Tê zanîn ku ev teknîk dê rê li ber nifşên nû yên alîkarên bihîstinê, berguhkên zîrek û berçavkên înteraktîf veke.