Pekîn-SANA
“Komeleya Çînî ya Çaksazî û Pêşvexistina Kompanîyan” ragihand ku mezintirîn û temamtirîn rêze pîşesazîya enerjîya paqij li ser asta cîhanê ava dike.
Ajansa Nûçeyan a “Xinhua”yê ji zarê berpirsên Komeleyê di raporekê derbarê veguherîna enerjîya cîhanî de ragihand: “Çalakîyên enerjîya fosîl çavkanîya herî mezin a belavbûna karbonê ne li cîhanê.”
Raporê destnîşan kir ku tevahîya veberhênanên Çînê di veguherîna enerjîya paqij di sala borî (2024) de gihîştiye 818 mîlyar dolaran, ku ev yek li gorî sala pêşîya wê ji sedî 20 zêde bûye. Bi vî awayî, vê hejmarê tevahîya veberhênanên Amerîka, Brîtanya û Yekîtîya Ewropayê bi hev re derbas kiriye.
Li gorî heman raporê: Çîn berhemên enerjîya bayê, enerjîya rojê û wesayîtên enerjîya nû hinardeyî zêdetirî 200 welat û herêman dike, her wiha ji sedî 70ê alavên enerjîya bayê û ji sedî 80ê pêkhateyên fotovoltaîk li cîhanê dabîn dike.
Çînê di Îlona borî de gereke nû ya tevkarîyên destnîşankirî yên niştimanî ji bo çareserkirina guhertina seqayê ragihandibû. Ev yek di wê armancê de xuya dibe ku rêjeya xerckirina enerjîya ne-fosîl heta sala 2035an dê bigihêje zêdetirî ji sedî 30î ji tevahîya xerckirina enerjîyê.