Waşington-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû ku ji alîyê lêkolînerên Zanîngeha Pennsylvania ya Amerîkî ve hatiye kirin, nîşan da ku xwarina nîv qedeh ji fisteqên Helebî (Pistachio) rojane ji bo 12 hefteyan, bandoreke erênî li ser tenduristîya rovîyan û delametên dil dike, di kontrolkirina giranîya laş de alîkar e nemaze ji bo kesên ku nîşanên nexweşîya şekir nû li wan daye der.
Malpera Amerîkî (Verywell Health) a taybet bi zanyarîyên bijîşkî û tenduristî, destnîşan kir ku sûdên fisteqê li gorî lêkolînê, berfireh dibin û tenduristîya dil baştir dikin, asta şekirê xwînê rêkûpêk dikin, asta kolesterola giştî û zîyandar û trîglîserîdê kêm dikin, her wisa erkên damarên xwînê baştir dikin.
Lêkolîneran piştrast kir ku xistina fisteqê di nav parêza rojane de, ji bo piştgirîya tenduristîya dil û rovîyan, û ji bo parastina giranîyeke navîn, hilbijartineke zîrek e, ji ber ku ew yek ji xwarinên dewlemend bi rûnên tendurist e, ku ev jî alîkarîya kêmkirina kulbûnê û parastina şaneyan ji zirarê dike.
Fisteqê Amerîkî (California-grown pistachios) bi awayekî berfireh li eyaletên Kalîfornîya û New Mexicoyê tê çandin.