Pekîn-SANA
Bi rêya projeyên ku balê dikişînin ser entegrasyona civakî, piştevanîya hestyarî û lênêrîna tenduristî ya zîrek, lêkolerê Çînî Su Jionglong bi awayekî serkeftî karî teknolojîyên zîrekîya destkird bixe xizmeta civakê û kêmkirina êşa kesên xwedî pêdivîyên taybet.
Li gorî malpera Amerîkî “interesting engineering” a pispor di warê teknolojî, endezyarî û zanistê de, Su Jionglong û tîma wî di nav kompanîyeke nûjen de, platformek bi zîrekîya destkird pêş xistin ku dikare nivîsan ji û bo zimanê îşaretan wergerîne, ev yek pêwendîgirêdana di navbera kesên bi astengîyên bihîstinê û civakê de hêsan dike.
Sîstem xwe dispêre modeleke zîrekîya destkird ya sivik ku dikare li ser telefonên zîrek were xebitandin an jî di berçavkên zîrek de were yekkirin ku wergera yekser bi zimanê îşaretan raber dike.
Her wiha, tîm li ser pêşxistina hin teknolojîyên nû dixebite, wekî sîstemên wergerandina liv û tevgerên lêvan bo nivîsan û navrûyên mêjî-komputerê (UI), ku dibe ku di paşerojê de ji bo xurtkirina serxwebûna kesên xwedî pêdivîyên taybet û kontrolkirina wesayîtên bêajokar bibin alîkar.