Kanberra-SANA
Lêkolîneke Awistralyayî piştrast kir ku şîrdana xuristî ya dayikan ji zarokan re berxwedana laşê zarokan xurt dike û iltîhabên demdirêj kêm dike; rîska nexweşîyên wekî hesasîyet, şekir û reboyê kêm dike.
Lêkolîn giha wê encamê ku rûnên ″plazmalogen″, ên ku di şîrê dayikan de hene û di şîrê destçêker de nayên dîtin, sîstema berxwedana laşê zarokan bihêz dike.