Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Di 2025an de 6929 Qurbanîyên Mayînan Hatin Tomarkirin.. 1602 ji wan li Sûrîyê ne
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Di 2025an de 6929 Qurbanîyên Mayînan Hatin Tomarkirin.. 1602 ji wan li Sûrîyê ne

Di 2025an de 6929 Qurbanîyên Mayînan Hatin Tomarkirin.. 1602 ji wan li Sûrîyê ne

Hat weşandin: 2026/11/24 9:00 PM
Hat nûkirin: 2026/11/24 9:00 PM
Wêneyekî ku hejmarek mayîn û li pişt wan endamên yekîneyên Rêveberîya Endezyarîya Leşkerî ya Sûrîyê nîşan dide – Arşîv – SANA

Şam – SANA

Rapora “Çavdêrîya Mayînên Bejahî ya 2026an” ku îro Sêşemê ji alîyê Kampanya Navneteweyî ya Qedexekirina Mayînên Bejahî ve hat weşandin, eşkere kir ku di sala 2025an de li seranserî cîhanê hejmara qurbanîyên mayîn û teqemenîyên neteqîyayî gihîştiye 6929 kuştî û birîndaran.

Ev rêje asta herî bilind e ku ji sala 2020an vir ve tê tomarkirin û sivîl bi taybetî li Sûrîye, Myanmar û hin welatên din hîn jî di serê lîsteya zîyandîtîyan de cih digirin.

Raporê destnîşan kir ku di sala 2025an de li Sûrîyê hejmara qurbanîyên mayînên bejahî û teqemenîyên neteqîyayî zêdetirî ji sedî 50 bilind bûye û gihîştiye 1602 kuştî û birîndaran, ku ev yek nîşana berdewamîya metirsîya şûnmayên şer li ser jîyana sivîlan e.

Bilindbûna hejmara qurbanîyan qebareya wan metirsîyan nîşan dide ku welatîyên piştî rizgarîya di 8ê Kanûna Yekem a 2024an de vedigerin herêmên xwe, pê re rûbirû dimînin.

Ev yek xasma ji ber belavbûna mayîn û teqemenîyên neteqîyayî ku ji alîyê rejîma hilweşîyayî ve li herêmên niştecîbûnê, zevîyên çandinîyê, rê û sazîyên giştî hatine çandin diqewime û vegera li jîyana asayî tijî metirsî dike.

Yek ji amadekarên raporê Yeshua Moser Puangsuwan hişyarî da ku vegera niştecihan bo navçeyên wan li Sûrîyê dibe sedema zêdebûna hejmara qurbanîyan, û tekezî li ser pêwîstîya zêdekirina şîyanên paqijkirina mayînan bi awayekî berfireh kir da ku rûbirûyî qebareya qirêjbûna bi teqemenîyan bibin.

Raporê eşkere kir ku bandorên van mayînan bi zîyanên canî ve sînordar namînin, belkî astengîyan li pêşîya başbûna aborî û civakî jî derdixin; ew rê li ber bikaranîna zevîyên çandinîyê digirin, gihîştina çavkanîyên avê, dibistan û nexweşxaneyan zehmet dikin, nûjenkirina binesazîyê bi paş dixin, tevgera welatîyan sînordar dikin û vegera ewle ya koçber û penaberan asteng dikin.

Hewldanên Sûrîyê yên paqijkirina mayînan

Li hemberî metirsîyên zêde yên mayîn û paşmayên şer, Sûrîye ji dema rizgarîyê ve ji bo xurtkirina hewldanên xwe yên niştimanî yên paqijkirina wan kar dike û ji bo pêşxistina şîyanên teknîkî û sazûmanî bi rêxistinên navneteweyî û hevparan re hevkarîyê dike.

Li ser asta meydanî, li gorî daneyên ku di 11ê Çirîya Paşîn a îsal de ji hêla Wezareta Parastinê ve hatine weşandin, hejmara mayîn û teqemenîyên neteqîyayî ku ji alîyê Rêveberîya Endezyarîyê ya wezaretê ve hatine dîtin û pûçkirin, 315 hezar parçe derbas kiriye.

Rêveberîya Ragihandin û Pêwendîyan a Wezareta Parastinê di 11ê vê mehê de ji SANAyê re dîyar kir ku operasyonên dîtina mayîn, teqemenîyên neteqîyayî û şûnmayên din ên rejîma berê, dîyarkirina herêmên qirêjbûyî û pûçkirina tiştên metirsîdar, li gorî pêşgavîyên meydanî û derfetên teknîkî yên berdest tên cîbicîkirin.

Rêveberîyê da zanîn ku xebatên lêgerîn û paqijkirinê herêmên dorfireh li xwe digirin, di nav de Cizîra Sûrîyê bi hemû deverên xwe ve, Şam û gundewarê wê, Heleb û gundewarê wê, Idlib û gundewarê wê, ligel gundewarên Hims, Hema û Laziqîyê.

Hat destnîşankirin ku pêşgavî li ser herêmên niştecîbûnê, zevîyên çandinîyê, rê, sazîyên xizmetguzarîyê û wan cihên ku piştî salên koçberîya bi darê zorê welatî lê vedigerin, li gorî asta metirsîyê, qerebalixîya nifûsê û agahîyên welatî û alîyên peywendîdar tê danîn.‏

Her wiha Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, di Çirîya Yekem a borî de bi Rêvebera Rêveberîya Çalakîyên Mayînan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS) Kazumi Ogawa û Serokê Bernameya Rêveberîyê li Sûrîyê Joseph McCartan re rêbazên pêşxistina hevkarîya dualî gotûbêj kirin.

El-Salih hewldanên ji bo amadekirina Plana Stratejîk a Niştimanî ya Çalakîyên Mayînan nirxandin û tekezî li ser girîngîya xurtkirina hevahengî, parvekirina daneyan û rola Navenda Niştimanî ya Çalakîyên Mayînan di birêvebirina vê dosyayê de kir.

Di çarçoveya berfirehkirina hevkarîya navneteweyî de jî, Sûrîyê di Îlona borî de bi Ukraynayê re peymanek ji bo hevkarîya di biwarê paqijkirina mayîn û şûnmayên şer û mifawergirtina ji ezmûna Ukraynayê di lêkolîn û amadekirina zevîyên qirêjbûyî de îmze kir.

Wzareta Peywendîyan Yekemîn Tora Peredana Elektronîk a bi Torên Cîhanî ve Girêdayî Dide Destpêkirin
Wezîrê Navxwe Baştirkirina Xizmetguzarîyan bi Parêzgarê Idlibê re Gotûbêj Dike
SANA di Sala Xwe ya Yekem a Piştî Werçerxanê de.. Sazkirina Ragihandineke Pîşeyî ya Nû
17 Meh ji Peymanê Heta Tevlîbûnê.. Rêça HSDê Çawa di Nava Dewletê de Bi dawî bû?
Serok El-Şeri’ li Koşka Gel Pêşwazîya Cîgirê Serokwezîrê Lubnanê Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Kampanya Navneteweyî ya Qedexekirina Mayînên BejahîRapora "Çavdêrîya Mayînên Bejahî ya 2026an"Sûrîye
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Civîneke hemahengîyê ya Rêveberîya Hevkarîya Navneteweyî li Wezareta Derve û Koçberan ligel nûnerên Balyozxaneya Japonyayê li Şamê, Ajansa Japonîyayê ya Hevkarîya Navneteweyî (JICA) û Daîreya Neteweyên Yekbûyî ya Xebatên Têkildarî Mînan (UNMAS) – 24 -11- 2026 – Şam – SANA

Gotûbêjên Sûrî-Japonî-Navneteweyî ji bo Bilindkirina Şîyana Navenda Têkoşîna li Dijî Mînan

November 25, 2026
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed – Arşîv – SANA

Parêzgarê Hesekê: Ji bo Şedadê û Devera Qamişloyê.. Ofîsên Cîbicîkar ên Demkî Tên Avakirin

November 24, 2026
Civîna Navneteweyî ya Encûmenên Fetwedanê – Stenbol – 24 -11-2026 – SANA

Stenbol.. Civîna Navneteweyî ya Encumenên Fetwedanê Daxwaza Xurtkirina Hemahengîyê Dike

November 24, 2026
Pêşîya dikaneke zêrkerîyê li Şamê – Arşîv – SANA

Buhayê Zêr li Sûrîyê 200 Lîreyên Sûrî Daket

November 24, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?