Şam – SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab, tevî Parêzgarê Idlibê Mihemed Ebdilrehman, pêşhatên herî dawî yên rewşa ewlehî û civakî li parêzgehê, her wiha rêyên bilindkirina asta xizmetguzarîyên ji bo welatîyan tên pêşkêşkirin gengeşe kirin.
Wezareta Navxwe îro Şemîyê li ser kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku di hevdîtinê de pêdivîyên bingehîn ên beşa Karûbarên Sivîl hatin nirxandin.
Her wiha mekanîzmayên kirdarî ji bo çalakkirina sazîyên wê û pêşxistina karê wan hatin destnîşankirin; bi awayekî ku wergirtina belgeyên fermî bi lez, rêkûpêkî û hêsanî ji bo welatîyan were misogerkirin.
Wezîr Xetab meha borî, ligel Parêzgarê Hemayê Ebdilrehman El-Sehîyan û Fermandarê Ewlehîya Navxweyî Emîd Ehmed Ferzat El-Hemdî, bi hejmarek xelkê parêzgehê re civîyabû.
Di wê hevdîtinê de guhdarî li daxwaz û pêşnîyarên welatîyan hatibû kirin û bi awayekî zelal hatibûn gotûbêjkirin, da ku pirsgirêkên wan werin çareserkirin û rêkar ji bo pêşkêşkirina xizmeteke baştir werin hêsankirin.



