Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: 17 Meh ji Peymanê Heta Tevlîbûnê.. Rêça HSDê Çawa di Nava Dewletê de Bi dawî bû?
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > 17 Meh ji Peymanê Heta Tevlîbûnê.. Rêça HSDê Çawa di Nava Dewletê de Bi dawî bû?

17 Meh ji Peymanê Heta Tevlîbûnê.. Rêça HSDê Çawa di Nava Dewletê de Bi dawî bû?

Hat weşandin: 2026/08/27 12:39 PM
Hat nûkirin: 2026/08/27 12:40 PM

Şam-SANA

Di nava 17 mehan de, dosyaya “Hêzên Sûrîya Demokratîk” (HSD) ji peymaneke sîyasî ya li ser tevlîbûna di nava sazîyên dewleta Sûrîyê de, veguherî cîbicîkirineke meydanî ya gavbigav.

Vê pêvajoyê heta 25ê Tebaxa 2026an berdewam kir, dema ku Mezlûm Ebdî bi rengekî fermî bidawîbûna erkê “HSD” û hilweşandina wê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe ragihand.

5 rawestgehên sereke rêça tevlîbûnê xêz kir


Rawestgeha Yekem:

10ê Adarê – Dawîya 2025an | Ji peymana nexşerêyê heta astengîyên cîbicîkirinê

Vê pêvajoyê di 10ê Adara 2025an de bi îmzekirina peymanekê di navbera Serok Ehmed El-Şeri` û Mezlûm Ebdî de dest pê kir.

Peyman li ser tevlîkirina sazîyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûrîyê di nava rêveberîya dewleta Sûrîyê de, rawestandina şer û misogerkirina mafên civaka Kurd wekî parçeyekî resen ji pêkhateya niştimanî bû.

Her wisa tekezî li ser yekparçeyîya xaka Sûrîyê û redkirina bangewazîyên dabeşkirinê hate kirin. Li gorî peymanê, divîyabû dergehên sînorî, balafirgeh û zevîyên gaz û petrolê radestî dewletê werin kirin û komîteyên cîbicîkar heta dawîya sala 2025an xalên peymanê bi dawî bikin.

Nîsana 2025an | Pêngavên yekem ên cîbicîkirinê li Helebê

Di 16ê Nîsana 2025an de, Komîteya Navendî ya ku ji hêla Serokatîya Sûrîyê ve hatibû erkdarkirin, dest bi derbasbûna nav taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê kir, da ku çavdêrîya bicihanîna lihevkirinê bike û pêngavên bê gengeşe bike.

1ê Hezîrana 2025an | Veguhestina kar bo komîteyên cîbicîkar

Di 1ê Hezîrana 2025an de, Komîteya Hikûmî ya taybet bi temamkirina peymana ligel HSDê civînek li dar xist.

Di civînê de li ser avakirina komîteyên taybetmend ji bo şopandina bicihanînê û çareserkirina dosyaya ezmûnên xwendinê û navendên ezmûnan lihevhatin çêbû.

7ê Cotmeha 2025an | Agirbest di nav astengîyên cîbicîkirinê de

Di 7ê Cotmeha 2025an de, Wezîrê Bergirîyê Lîwa Murhef Ebû Qesra ligel Mezlûm Ebdî civîya.

Her du alî gihîştin rêkeftineke giştî ya agirbestê li ser hemû enî û xalên belavbûna leşkerî li bakur û bakurê rojhilatê Sûrîyê, her wiha li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê.

22yê Kanûna Pêşîn a 2025an | Alozî dosyayê careke din tînin rojevê

Di 22yê Kanûna Pêşîn a 2025an de, li Helebê alozîyên nû derketin û hikûmeta Sûrîyê “HSD” bi binpêkirina peymanan tawanbar kir.

Di 26ê Kanûna Pêşîn de, “HSD” xaleke hêzên ewlehîya navxweyî li çerxerêya Şîhan a li bakurê Helebê kir armanc.

Bi destpêka sala 2026an re, pêvajoya tevlîbûnê kete qonaxeke dîyarkertir.

.

Rawestgeha Duyem

16ê Kanûna Paşîn a 2026an | Bingeha yasayî ya tevlîbûnê

Mafên hemwelatîbûn û mafên çandî yên Kurdan hatin pejirandin û dewletê nasnameya Sûrî da wan.

Serok El-Şeri` mersûma hejmar 13 ya sala 2026an a taybet bi Kurdên Sûrîyê derxist, ku ev yek bû bingeha yasayî ya hemû rêça tevlîbûnê.

Rawestgeha Sêyem

18ê Kanûna Paşîn a 2026an | Peymana tevlîbûna tam a cîbicîkar

Serok El-Şeri` peymana agirbestê û tevlîbûna tam a “HSD”ê di nava sazîyên dewletê de îmze kir.

Di vê peymanê de hat dîyarkirin ku endamên leşkerî û ewlehîyê yên HSDê dê bi awayekî kesane tevlî wezaretên bergirî û navxweyî bibin, her wiha hemû dergehên sînorî, zevîyên gaz û petrolê û sazîyên sivîl radestî dewletê werin kirin.

Rawestgeha Çarem

29ê Kanûna Paşîn a 2026an | Plana cîbicîkirinê.. ji ser kaxezê ber bi meydanê ve

Pêvajoyê pêngava herî girîng a meydanî avêt. Di navbera hikûmet û HSDê de lihevkirinek çêbû ku hêzên Ewlehîya Navxweyî li navendên bajarên Hesekê û Qamişlo  werin belavkirin.

Sibata 2026an | Destpêkirina belavbûnê û wergirtina sazîyan

Di 2ê Sibatê de, hêzên Ewlehîya Navxweyî ketin bajarê Hesekê. Di 3ê Sibatê de, Wezareta Navxwe li Qamişloyê dest bi wergirtina avahîyên ewlehîyê kir da ku ewlehîya bajêr biparêze.

Di 8ê Sibatê de, şandeyeke Wezareta Navxwe serdana Balafirgeha Qamişloyê kir ji bo wergirtin û dubare xebitandina wê, wekî pêngavekê bo girêdana herêmê bi sîstema firokevanîya niştimanî ve.

21–22ê Sibatê | Rêkxistina tevlîbûna leşkerî

Di 21ê Sibatê de, Lîwa Zîyad El-Ayiş wekî nûnerê serokatîyê hat erkdarkirin da ku çavdêrîya Peymana 29ê Kanûna Paşîn bike, hebûna dewletê xurt bike û astengîyên li pêşîya cîbicîkirinê rake.

2ê Adarê | Dîyarkirina yekîneyên leşkerî

Lîwa Zîyad El-Ayiş ligel Mezlûm Ebdî mekanîzmaya tevlîbûna leşkerî gotûbêj kir. Hat ragihandin ku sê lîwayên leşkerî dê di nava Firqeya 60an de werin tevlîkirin. Her wiha xebat hat destpêkirin ji bo azadkirina 60 girtîyên ku tu tawanên wan ên mezin tune bûn.

Adar û Nîsan | Berfirehbûna tevlîbûnê ber bi dosyayên mirovî ve

Di 18ê Adarê de, El-Ayiş û Ebdî li ser azadkirina koma duyem a girtîyan û şopandina tevlêkirina karmendan axivîn. Di 4ê Nîsanê de, gotûbêj berfirehtir bûn û radestkirina girtîgehan bo dewletê û dabînkirina vegera koçberan ketin rojevê.

Gulan–Hezîran | Temamkirina pêngavên dawî

Di van mehan de, proseyên azadkirina endamên “HSD” û sererastkirina rewşa wan a yasayî berdewam kir.

Di 13ê Hezîranê de, Kompanya Neftê ya Sûrîyê dest bi dabînkirina sotemenîyê bo stasyonên Hesekê kir, ku ev yek nîşana vegera xizmetguzarî û çavkanîyan bo bin banê dewletê bû.

Rawestgeha Pêncem

Tebaxa 2026an | Ragihandina bidawîbûna HSDê

Di 21ê Tebaxê de, Berdevkê Tîma Serokatîyê Ehmed El-Hîlalî destnîşan kir ku daxuyanîyên Mezlûm Ebdî nîşana temamkirina proseya tevlîbûnê ne û ev guherîneke dîrokî ye ji qonaxa lihevkirinan ber bi qonaxa bicihanîna pratîkê ve.

25ê Tebaxa 2026an | Dawîya fermî ya hêza leşkerî ya serbixwe

Piştî 17 meh û 15 rojan, pêngava dawî hat avêtin. Mezlûm Ebdî di konferansekî rojnamevanî de li Koşka Gel a Şamê, bi awayekî fermî bidawîbûna erkê “HSD”ê û hilweşandina wê wekî hêzeke serbixwe ragihand.

Hêzên wê êdî di nava lîwayên Artêşa Sûrîyê de cih girtin. Di heman rojê de, Serok Ehmed El-Şeri` pêşwazî li Mezlûm Ebdî û şandeya pê re kir ji bo gotûbêjkirina pêngavên qonaxa nû.

17 meh.. serkeftina yekparçeyîya dewletê

Bi ragihandina hilweşandina HSDê di 25ê Tebaxê de, pêvajo di 17 mehan de gihíşt armanca xwe. Dosyaya tevlîbûnê ji lihevkirineke sîyasî veguherî rastîyeke leşkerî, ewlehî û îdarî di nava sazîyên dewleta Sûrîyê de.

Koma Duyem a Umrekarên Malbatên Şehîdan ji Dêrezorê Diçe Axa Pîroz
Wezareta Parastinê Sersaxîyê li Malbatên Qurbanîyên Qezaya Rêya Dêrezor-Şamê Dike
Bernîye: Dewleta Sûriyê dixwaze piştgiriyê bide hemû parêzgehên pêşkeftinê ve girêdayî ne
​”SANA” di Dîmena Medyayî ya Nû de.. Veguherîneke Binyatî û Roleke Nûbûyî li Qada Erebî û Navneteweyî
​Wezîrê Çandinîyê yê Sûrîyê ligel Kompanya Baroutê Xurtkirina Hevkarîya Hevbeş Gotûbêj Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:AgirbestDewleta SûrîyêSerok Ehmed El-Şeri`
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Piştî Bûyera Lihevdana Du Trênan Wezîrê Veguhastinê yê Spanyayê Dest Ji Kar Dikêşe

November 4, 2026

Wezîrê Ragihandinê: Armanca me Jîngeheke Pîşeyî û Azad e

November 4, 2026

Demokratan Piranîya Kursîyên Kongreya Amerîkayê Bi Dest Xist

November 4, 2026

Serok El-Şeri’ ligel Şahzadeyê Cînişîn ê Siûdî Asoyên Hevkarîya Dualî Gotûbêj Dike‏

November 4, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?