Reqa-SANA
Îro Pêncşemê, li bajarokê El-Xanim El-Elî li parêzgeha Reqayê kiryarên tevlihevîyê rûda. Di nav van kiryaran de rêya giştî hat girtin, teker hatin şewitandin û êrîşî navenda şaredarîyê û karmendên wê hat kirin; her wiha êrîşî endamên ewlehîyê jî hat kirin.
Ev kiryar bi hinceta wê yekê pêk hatin ku elektrîk demeke dirêj qut bûye.
Rêveberê Herêma Reqayê Endezyar Mihemed El-Şêx di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re ev êrîş û kiryarên nelicih şermezar kirin.
El-Şêx tekez kir ku xwestek û daxwazên xizmetguzarîyê mafekî rewa yê welatîyan in, bi mercê ku bi rêyên qanûnî û kanalên fermî bê kirin û ji dîmenên tevlihevîyê û destdirêjîya li ser sazgehên giştî û karmendên wan dûr be.
Wî dupat kir ku girtina rêyan û êrîşkirina li ser milkên giştî û endamên ewlehîyê kiryarên nelich û şermezarkirî ne.
El-Şêx bal kişand ser wê yekê ku li hember tu êrîşên bi vî rengî bêdang namînin û dê rêkarên qanûnî yên pêwîst li dijî van kesan bên girtin.



