Şam – SANA
Wezareta Derve û Koçberan, navên kesên ku hatine pejirandin ji bo derbasbûna azmûna devkî ya pêşbirka girêbestê ligel kadroyên dîplomatîk û rêveberî ragihandin.
Wezaretê duh Çarşemê, li ser kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku serlêder dikarin ji qebûlkirina xwe ya derbasbûna azmûna devkî û dem û cihê wê, bi rêya danîna zanyarîyên pêwîst li ser vê lînka libjêr, agahdar bibin.
Wezaretê da xuyakirin ku qebûlbûna derbasbûna azmûna devkî, nayê wateya pejirandina dawî û tu mafekî imzekirina girêbestê nade; qebûlbûna dawî girêdayî temamkirina merc û rêkarên pejirandî yên pêşbirkê ye.