Şam-SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn li Gundewarê Şamê, hewldana revîna Ela Zehredîn, ku yek ji hevalbendên herî dîyar ên tawankar Xiyas Dela û serkêşê berê yê mîlîsên “Lîwa Dir’ El-Weten” e, û destê wî di pêkanîna tawanan de li dijî sivîlan heye, pûç kir.
Ev yek piştî operasyoneke ewlehîyê ya hûrbîn pêk hat ku pişta xwe bi çavdêrî, şopandin û dûvçûneke demdirêj ve girêdide, û di encamê de tevgerên wî hatin destnîşankirin.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Pêncşemê dîyar kir ku di dema operasyonê de, yek ji xalên kontrolê yên ewlehîyê ew otomobîla ku Zehredîn ligel kesekî din lê siwar bûbû rawestand. Piştî eşkerekirina nasnameya wî, navborî ji tirsa girtinê çekê xwe derxist û xwe pê kuşt, di heman demê de kesê pê re jî hate girtin.