Şam – SANA
Ji ber rûdana 96 bûyerên trafîkê û şewatan, di 24 demjimêrên borî de, li deverên cuda cuda li Sûrîyê ku tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê ya ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bersiva wan daye, 21 kes birîndar bûn.
Parastina Sivîl îro Yekşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku tîmên wê bersiva 23 bûyerên trafîkê daye; di encamê de 20 kes birîndar bûn. Her wiha dîyar kir ku tîmên wê alîkarîyên seretayî ji birîndaran re pêşkêş kirin, piştre, ji bo dermankirinê ew veguhastin nexweşxaneyan, şopên bûyeran rakirin û cihên wan ewle kirin.
Her dîsa bi heman șêweyî, tîmên Parastina Sivîl bersiva 73 şewatan li seranserî Sûrîyê da; șewat li mal, dikan, gîya, dar, çop û têlên elektrîkê derketibûn. Di encamê de mirovek birîndar bû, û zirar tenê di warê madî de sînordar man.
Parastina Sivîl careke din bi bîr xist ku pêwîst e agir di nav daristan û zevîyên çandinîyê de neyê vêxistin, binikên çigareyan li kêleka rêyan neyên avêtin, ji şewitandina gîyayên hişk ên li dora xanîyan an li kêleka rêyan dûr bikevin, û pêwîst e ku bi awayên ewle werin rakirin.




