Quneytira-SANA
Parêzgeha Quneytirayê di sektorên niştecihbûn û hilberînê de şahidîya tevgereke çalak a avahîsazîyê dike.
Ev liv û tevger hevdem ligel hewldanên sivîl û hikûmî ji bo jinûveavakirin û nûjenkirina binesazîyê pêk tê, tevî wan kêşeyên ku ji ber destdirêjîyên Îsraîlê, bilindbûna nirxê hinek kelûpelên bingehîn û kêmasîya wan derketine holê.
Serokê Rêveberîya Plansazîya Bajarvanîyê li Rêveberîya Xizmetên Teknîkî Mihemed Siwar El-Dîn El-Cibir, duh Şemîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku li parêzgehê niha 77 nexşeyên rêxistinî hene.
El-Cibir destnîşan kir ku ji van nexşeyan 68 di hundirê parêzgehê de ne û 9 jî li komelgehên niştecihbûnê yên li Gundewarê Şamê ne.
Berfirehbûna avahîsazîyê
Li gorî El-Cibir, derbarê bernameyên plansazîyê yên ku di ser amadekirina wan re zêdetirî 15 salan derbas bûye, li gorî derfetên berdest xebat ji bo berfirehkirina wan a asoyî di komelgehên niştecihbûnê tên kirin.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku li parêzgehê tu herêmên bêserûber tunene, ligel hebûna moletên çandinîyê yên kevn ku ji alîyê qanûnê ve destûr ji bo wan heye.
Serokê Rêveberîya Plansazîya Bajarvanîyê dîyar jî kir ku daxwazên berfirehbûna avahîsazîyê li ber pîvanên pejirandî yên Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê dikevin, ku di pejirandin an redkirina daxwazan de xwe dispêrin wan pîvanan.
Her wiha eşkere kir ku meylek heye ji bo pejirandina dîzayn û rûkarên avahîsazîyê yên dîyarkirî di demeke nêz de, bi armanca dayîna nasnameyeke dîtbarî û avahîsazî ya taybet ji bo parêzgehê.
Derbarê avahîyên kevn de, El-Cibir zelal kir ku destnîşankirina derfeta zêdekirina qatan yan pêkanîna berfirehkirinên stûnî û asoyî dê xwe bispêre raporên teknîkî yên Sendîkaya Endezyaran, ji bo nirxandina selametî û saxlemîya avahîsazîyê ya her avahîyekê.





