Şam-SANA
Sazîya Giştî ya Sîgortaya Civakî, biryara danîna planeke awarte ya teknîkî daye ji bo çareserkirina rewşa kar li şaxê Qamişloyê li parêzgeha Hesekê, da ku pêşkêşkirina xizmetên sîgortayê ranewestin û gihiştina mafan bo xwedîyên wan were misogerkirin, ta ku avahîya şaxî ya sereke were wergirtin.
Sazîyê dîyar kir ku şaxê Gundewarê Şamê bi hevahengîya ligel kadroyên Qamişloyê, pêkanîna planê daye ser milê xwe, bi rêya veguhestina kopîyeke bingeha daneyan û tevlîkirina wê li ser amûrên xwe yên xizmetê, dabînkirina laptopan û misogerkirina peywendîya bi karmendan re ji cihên wan ên demkî bi rêya bernameyên kontrolkirina ji dûr ve, ji bo gihîştina rasterast bo sîstemê.
Van gavan alîkarî di berdewamîya encamdana rêkaran û dana mûçeyên xanenişînan û kesên xwedî maf di wextê wan de kirin, bêyî ku neçarî çûna Şamê bibin, bi taybetî kesên bitemen û yên xwedan pêdawîstîyên taybet.
Sazîyê destnîşan kir ku ji 27ê Hezîranê ve heya 21ê Tîrmehê, 2,150 dosyayên sîgortayê di rêya vê sîstemê re bi hûrbînîyeke astbilind hatine kontrolkirin û çareserkirin, ligel dana tevayîya mûçeyên xanenişînên pîrîyê, û niha xebat berdewam e ji bo dana mûçeyên mîratgiran.