Şam-SANA
Yekîneyên Rêveberîya Endezyarîya Leşkerî ya Wezareta Berevanîyê, dest bi cîbicîkirina rûpîvaneke meydanî ya berfireh li ser rêça projeya Otobana Dêrezor – Şamê kir.
Ev yek wekî amadekarîyekê ye ji bo dabînkirina ewlehîya devera derdora wê rêya ku biryar e bê çêkirin.
Wezareta Berevanîyê îro Duşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku ev karên rûpîvanê wekî bersivekê ji bo daxwazeke fermî ya Wezareta Veguhastinê tên. Her wiha wezaretê destnîşan kir ku armanc jê piştrastbûna ji silametîya devera derdora rêça projeyê û dabînkirina ewlehîya wê ye.
Sazîya Giştî ya Trafîka Rêyan a ser bi Wezareta Veguhastinê ve, di 19ê Tebaxa borî de ragihandibû ku her du şirketên “El-Rewaf” a Siûdî û “El-Kewatî” ya Sûrî dê projeyên nûjenkirina rêyên Şam – Tedmur û Tedmur – Dêrezorê cîbicî bikin.
Di heman demê de, dê rêyeke duyemîn jî ji bo her du rêyan bête çêkirin. Ev yek bi veberhênaneke ku digihîje nêzîkî 300 mîlyon dolarî û bi maweya bicihanînê ya 780 rojî, dê were encamdan.




