Şam-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku zindanvanê berê yê polîsên leşkerî, Mihemed Îmad Mihriz; yê ku ji sala 2015an ve di serdema rejîma rûxandî de wekî pasvan û zindanvan di zindana leşkerî ya Seydnaya de kar dikir hate girtin. Wezaretê dîyar kir ku alîyên peywendîdar lêpirsînên xwe ligel yê girtî temam dikin ta ku gunehên wî jê re eşkere bikin, û kiryarên qanûnî li dijî wî pêk bînin.
Ev operasyon dikeve çarçoveya hewldanên Wezareta Nevxweyî di peyketin û dadgehkirina kesên ku destên wan di kirina tawanan û binpêkirinan de li dijî gelê Sûrîyê di sedema rejîma rûxandî de heye, ew jî ji bo cîbicîkirina prensîba nerevîna ji sizayê û pêkanîna dadwerîya veguhêz.
Di 26ê meha Nîsana borî de yekem rûniştinên eşkere ji bo dadgehkirina sembolên mezin ên rejîma rûxandî li Koşka Dadê ya li Şamê dest pê kir, bi taybet ji bo dadgehkirina Atif Necîb yê bi kirina tawanan derheqê gelê Sûrî gunehkar e.
Zindana Seydnayayê ya bi navûdengê xwe yê pîs navdar e, ji giringtirîn zindanên leşkerî yên girêdayî rejîma hilweşandî ye, û ji ber bidarvekirin, îşkencekirin, binpêkirinên giran, û kuştinên biplan ku tê de derheqê girtîyan pêk dihat, navê “Meslexa Mirovahî” lê hatiye kirin.