Şam – SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, hişyarî derbarê rewşeke nearamîya keşûhewayê li piranîya herêmên Sûrîyê da, ev rewş dê ji sibe Çarşemê êvarî ve dest pê bike û ta Pêncşemê danê êvarê bidome. Barîna baranê dê bi awayekî neberdewam û bi xwurtî be ligel çêbûna bahozên birûskî yên bihêz û barîna zîpikan, û texmîna rabûna bayekî bihêz ji jor ber bi jêr ve heye.
Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê ya ser bi Wezaretê ve, îro Sêşemê, bi rêya rûpela xwe ya Facebookê, ragihand ku pêșbînî heye baranên birûskî yên gur li herêmên beravê û yên bakurê rojava di pileya yekem de bibarin, piştre hin deverên Reqayê, Hesekê û Dêrezorê, û dibe ku baraneke xurt li hin deverên Hema û Humsê jî bibare, bi taybetî alîyên wan ên rojava.
Navendê bal kişand ser wê yekê ku texmîna çêbûna qatên ewran ên di ser hev re heye ku hevdem in ligel bahozên birûskî û barîna zîpikan, di demekê de ku asta xurtîya baranê li gor herêman cuda ye, her wiha da zanîn ku derfeta rabûna bayên bihêz ên ku ji jor ve tên û dibin sedema tevdana ax û tozê heye, ligel ku tê texmînkirin bahozên tozdar ên xwecihî li hin deverên ku mirov nikare wan destnîşan bike rabin.