Şam – SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, hişyarîya duristbûneke berfireh a mijê, piştî nîvê şeva bê û sibe Pêncşemê sibehê, li ser herêmên Idlib û Helebê, ligel Hims, Hema û Gundewarê Şamê yê bakurî û rojavayî, heta hin beşan ji çolterê, nû kir; ku dê bibe sedema kêmbûna asta pêşîdîtinê.
Di daxuyanîyekê de ku Parastina Sivîl a Sûrîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê, îro Çarşemê, belav kiribû, Daîreya Hişyarîya Pêşwext û Amadebaşîyê di Wezaretê de giringîya peyrewkirina rênimayên jêrîn, piştrast kir:
– Ji bilî rewşên pêwîst, di demjimêrên şevê û sibaha zû de tu kes bi ser rê nekeve.
– Berîya rêwîtîyê, ji rewşa teknîkî ya otomobîlê û amadebûna frêman, paqijkerên camê û ronahîyên taybet bi mijê, were piştrastkirin.
– Otombîl bi baldarî were ajotin û ji bilî ajotinê, ajokar bi tiştekî din ve mijûl nebe. Ronahîyên taybet bi mijê werin bikaranîn û ajokar bi rêya xwe pabend be, ligel wê jî dûrahîya ewlehîyê ya têrker di navbera otomobîlan de were hêlan. Ji bo ku lihevketin û bûyerên trafîkê, bi sedema kêmbûna asta dîtinê, rû nedin, ajokar ji rawestana ji nişkê ve dûr bikevin.
– Ajokar leza xwe kêm bikin û li bal rêyên xwar, rêyên sernişîv û xaçerêyan, bi taybetî li navçeyên navbihûrî, baldar bin. Her wiha hay ji kesê peya yê li ser rê hebin; ku divê kesên peya jî bi cihên taybet ên bihûrtinê, pabend bin.