Şam-SANA
Desteya Plandanîn û Amaran, rêbaza naskirina lêkolînerê meydanî yê taybet bi rapirsîya karkeran “komkerê daneyan” li parêzgehên Sûrîyê zelal kir.
Desteyê îro Yekşemê bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê destnîşan kir ku lêkolînerê meydanî nasnameyekê bi nav û hejmara xwe hildigire. Ev nasname ji alîyê Desteya Plandanîn û Amaran û parêzgehan ve hatiye pejirandin, her wiha êlekekî li xwe dike ku logoya Desteyê li pêş û paşîyê û logoya Rêxistina Kar a Navneteweyî li ser e.
Her wiha Desteyê piştrast kir ku agahîyên welatîyan emanet in û bangî wan kir ku bila dudil nebin û ji lêkolîner bixwazin ku nasnameya xwe dîyar bike da ku ji navê wî tekez bibin.