Hims-SANA
Rêveberîya bajarê pîşesazîyê yê Hesîyayê, dest bi rêkarên vegerandina karmendên ku ji ber helwestên xwe yên şoreşgerî ji kar hatibûn dûrxistin kir. Ev yek di çarçoveya pêvajoya xurtkirina edaleta veguhêz, dabînkirina mafên karkeran û vegerandina wan bo ser karên wan pêk tê.
Serokê Daîreya Geşepêdana Îdarî li Hesîya, Fîras El-Rehîm, dîyar kir ku li gor arasteyên Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê, peywendî bi nêzîkî 17 karmendên li hundir û derveyî welat hat kirin, û 12 kesan ji wan daxwaza xwe ya vegerê dîyar kir.

El-Rehîm tekez kir ku vegerandina mafan ji xwedîyên wan re stûneke bingehîn a edaleta veguhêz e, û bal kişand ser berdewamîya kar li ser vê dosyayê û hevrêzkarîya bi sazîyên din re, ligel amadekarîyan ji bo pêkanîna hevdîtinan bi kesên ji Sazîya Giştî ya Şekir û Rêveberîya Pîşesazîya Himsê hatine dûrxistin re ji bo çareserkirina rewşa wan.
Ji alîyê xwe ve, karmendê berê Îsmaîl Amir, derxistina vê bangê bilind nirxand û hêvîya xwe ya vegera bo ser karê xwe yê ku çavkanîya debara jîyana wî ye anî ziman. Her wiha endezyar Hîşam Mihemed El-Ne’san, yê ku di sala 2012an de ji kar hatibû dûrxistin, dîyar kir ku wî daxwaznameyek ji bo vegerê pêşkêş kiribû û vê dawîyê jê re gotibûn ku ew li gorî girêbesteke salane hatiye qebûlkirin, wek rêxweşkirinê berî ku karmendîya wî ya herdemî were pejirandin.
Ev gav wek bersiva banga Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ji bo karkerên ku bi neheqî ji karên xwe hatine dûrxistin tê, da ku serdana sazîyên xwe yên giştî bikin û daxwaznameyên xwe yên vegerê pêşkêş bikin bi armanca çareserkirina dosyayên wan û vegerandina mafên wan ên ku bi kotekî hatibûn xwarin.




