Hema-SANA
Li herêma El-Xabê ya li gundewarê parêzgeha Hemayê, proseya çinîna berhema fisteqên erdê ya demsala çandinîyê ya îsal dest pê kir; tê pêşbînîkirin ku berhemanîn ji 10 hezar tonî zêdetir be.
Rêveberê Karûbarên Çandinîyê û Parastinê li Desteya Giştî ya Rêvebirin û Pêşxistina El-Xabê Telal El-Mewas di daxuyanîyekê de ji SANAyê re îro Înê zelal kir ku, berhema fisteqên erdê ji wan berhemên çandinîyê ye ku xwestekeke mezin ji alîyê cotkaran ve li ser heye, û ev yek jî ji ber tecrubeyên komkirî yên karên çandina wê, ligel hebûna ax û jîngeha guncaw e.

El-Mewas dîyar kir ku rûbera çandî ya demsala îsal gihîşte 3470 hektarî; ji wan, 2350 hektar ji bo çandinîya havînî û 1120 hektar ji bo çandinîya pirkirî ye.
Li gor wî, tê pêşbînîkirin ku berhemanîna fisteqên erdê ya vê demsalê li dor 10797 tonan be, bi rêjeya berhemanîna 300 heta 400 kîlogramî ji bo her donimekê.
Têkildarî mijarê, El-Mewas destnîşan kir çandina fistiqên erdê li herêma El-Xabê rastî hin astengîyan tê; yên herî berçav bilindbûna lêçûnên pêdivîyên berhemanînê yên wekî tov, gubre, dermanên çandinîyê û sotemenîyê ne, her wiha nebûna ava avdanê ji ber wêranî û kêșeyên ku bendav û kanalên avdanê ji encama tawanên rejîma rûxayî rastî wan hatine, ji bilî qelsîya firtona berhemê ku di bin bandora pêşkêşkirin û daxwazê de ye.







