Şam-SANA
Yekîneyên pispor ên Wezareta Navxwe, bi hevkarîya ligel Dezgeha Îstixbarata Giştî, rêzeoperasyonên ewlehîyê yên taybet pêk anîn ku di encamê de çend şaneyên ser bi rêxistina DAIŞê ya terorîst ve li Herêma Başûr hatin têkbirin, û serkirdeyê dîyar ê bi navê Fîras El-Daxer ligel hejmarek ji berpirsên herî berbiçav ên kuştin û fînansekirinê hatin girtin.
Wezareta Navxwe di daxuyanîyekê de îro Pêncşemê dîyar kir ku lêkolînan nîşan daye ku El-Daxer di nav postên serkirdayetîyê di hundirê rêxistinê de gav bi gav bilind bûye; destpêkê ji birêvebirina herêma ku jê re “Kerta Ceydûrê” û “Herêma Rojava”, tê gotin heta raspardina wî bi erkê ku jê re “Walîyê Libnan û Filistînê”tê gotin û karkirina wî wekî parêzvanê kesane yê “Xelîfeyê Rêxistinê”.
Wezaretê dîyar kir ku lêpirsînan eşkere kiriye ku destê van şaneyan di çend tawanên kuştin û talankirinê de heye, yên ku hejmarek zêrînger li parêzgeha Derayê kiribûn armanc, û firotina zêrê ku dizîbûn ji bo dabînkirina fînansekirina pêwîst a rêxistinê da ku çalakîyên xwe yên terorîst pêk bînin.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku kesên girtî mikur hatine ku du endamên Wezareta Navxwe kuştine, ligel pêkanîna hewldana kuştinê di hundirê salona berberekî de ku bû sedema kuştina sivîlekî, her wiha destê wan di şopandina kesekî û hevjîna wî de berî ku wan bikujin, hebûye.




