Gundewarê Şamê-SANA
Rêveberîya xula tije û berfireh a jiberkirina Qurana Pîroz li bajarokê Hemûrîyê yê Gundewarê Şamê, duh Yekşemê di ahengeke li Mizgefta El-Xewlanî de, 200 xwendekarên keç û kur ji beşdarên xula “Xeyrat Hesan” û serketîyên pêşbirka xwendina herî baş a Quranê xelat kirin.
Rêveberê Devera Xûteya Rojhilat Mihemed Elî Amir, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku ev aheng encamên xula têrûtije a jiberkirina Qurana Pîroz raber dike, ku li Mizgefta El-Xewlanî bi beşdarîya derdora 200 xwendekarên keç û kur hatibû lidarxistin.

Amir di heman çarçoveyê de hêvîya xwe anî ziman ku ev destpêşxerî li seranserî mizgeftên cuda cuda yên Xûteya Rojhilat werin belavkirin, ligel berdewamîya wan xulên ku di çespandina jiberkirina Qurana Pîroz û bihêzkirina fêrkarîyên wê de dibin alîkar.

Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Xelekên Quranî û Perwerdeyî li Beşê Ewqafa Xûteya Rojhilat Enes Laziqanî, di daxuyanîyeke hevşêwe de dîyar kir ku xula “Xeyrat Hesan” bûye sedema derçûna 65 hafizên pirtûka Xwedê ji her du regezan, ku 15 kesên destûrwergirtî (mucaz) di nav wan de hene.

Laziqanî her wiha tekezî li ser giringîya berdewamîya van bernameyên perwerdeyî kir, yên ku di amadekirina nifşekî pabendê nirxên olî û rewiştî de beşdar dibin, da ku karibe bi awayekî erênî di avakirina civaka xwe de bi rola xwe rabe.





