Şam-SANA
Wezîrê Pêwendî û Teknolojîya Zanyarîyan Ebdilselam Heykel, ligel Rêveberê Sektora Zîrekîya Destkird û Zîrekîya Destkird a Hilberîner li Kompanya “Dell Technologies” Samer El-Ceyûsî, rêyên nehêlana astengîyên yasayî û rêkarî li pêşîya vegera şirketên teknolojîyê yên navneteweyî bo karkirina li Sûrîyê û berdestkirina berhem, xizmetguzarî û piştgirîya wan a teknîkî gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de her wiha derfetên hevkarîya dualî di warê geşepêdana navendên daneyan û xurtkirina binesazîya zîrekîya destkird de bi hûrbînî hatin gengeşekirin.
Wezaretê îro Duşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku Wezîr Heykel bal kişandiye ser bernameya Sûrîyê ya pêşxistina binesazîya dîjîtal, ku di serî de projeya “Silk Link” cih digire.
Ev proje dê kapasîteyên berfireh ên pêwendîyê û rêyên girêdana herêmî û navneteweyî dabîn bike, bi rengekî ku piştgirîya damezrandina navendên daneyan û xebitandina xizmetguzarîyên ewrî ( cloud services) li Sûrîyê bike.
Piştgirîya Projeyên Dîjîtal li Sûrîyê
Wezaretê destnîşan kir ku kompanya “Dell Technologies” çareserîyên xwe di warê amadekirina navendên daneyan, dabînkirina şîyanên hejmartinê û embarkirina pêwîst bo sepanên zîrekîya destkird, ligel derfetên sûdwergirtina ji wan di piştgirîkirina projeyên dîjîtal de li Sûrîyê pêşkêş kirine.
Li gorî daxuyanîya wezaretê, her du alîyan li ser temamkarîya di navbera van çareserîyan û binesazîya pêwendîyê de ku projeya “Silk Link” li ser pêşxistina wê dixebite nîqaş kir, da ku bersiva pêdivîyên sazîyên hikûmî û sektora karsazîyê were dayîn.
Xurtkirina Serwerîyê di Warê Zîrekîya Destkird de
Hevdîtinê her wiha pêdivîyên xurtkirina serwerîyê di warê zîrekîya destkird de li xwe girtin, bi rêya avakirina şîyanên niştimanî ji bo birêvebirina daneyan û binesazîya komputerî, ligel pêşxistin û xebitandina modelan.
Di heman demê de hate tekezkirin ku kontrola li ser daneyên hestyar bê parastin û ev teknolojî li gorî pêdivî û pêşengîyên niştimanî yên Sûrîyê werin bikaranîn.