Şam-SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Sûrîyê hişyarî da ku herêmên peravê, Idlib, Heleb û bakurê Reqayê, ligel parêzgeha Hesekê, nexasim herêmên wê yên bakur û rojhilat, dê bikevin bin bandora rewşeke nearamîya keşûhewayê. Tê pêşbînîkirin ku baranên birûskî yên navîn û zêde bibarin, ji nîvroya sibe roja Yekşemê heta êvara Duşemê.
Beşa Hişyarîya Zû û Amadebaşîyê ya wezaretê, îro Şemîyê, dîyar kir ku egereke navîn heye ku ewreke gur ava bibe, ku ev yek metirsîya çêbûna lehîyan li hinek deveran zêde dike.
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan piştrast kir ku tîmên wan amade ne ji bo wergirtina agahîyan û pêşkêşkirina xizmetên rizgarkirinê, ambûlans û vemirandina êgir. Wezaretê bang li welatîyan kir ku di dema pêwîst de bi jimareyên hatine dîyarkirin re bikevin têkilîyê.