Şam – SANA
Îro Yekşemê, pileyên germahîyê ber bi kêmbûnê ve diçin, lê li piranîya herêmên Sûrîyê bi 1 heta 3 pileyan ji rêjeyên xwe yên salane bilindtir dimînin, ev yek ji ber bandora nizmefişareke hewayî ya ji alîyê başûr ve ye ku dibe sedema nearamîya keşûhewayê.
Rewşa seqayê di dema rojê de
Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê dîyar kir ku rewşa hewayê di dema rojê de bi giştî nîvewrî ye, piştî nîvro û êvarê dibe ewrî, û derfeta barîna baraneke bêserûber li herêmên cuda cuda heye, li hin deveran xurt û ligel bahozên birûskî ye, her wiha li hin herêmên navxweyî hewa ne zelal û bitoz e.
Rewşa seqayê di demjimêrên şevê de
Bi şev, hewa bi giştî ber bi sarbûnê ve diçe, û li deverên çîyayî ji deverên dîtir sartir dibe.
Rewşa ba û pêlên deryayê
Rabûna ba ji başûr û başûrê rojhilat e, leza wî di navbera sivik û navîn de ye, ligel ku carê bayê xurttir radibe ku leza wî dighêje zêdeyî 50 km/s, û dibe sedema rabûna tozê, û texmîna çêbûna bahozên xwelîyê yên herêmî li hin deverên hundirîn heye, asta bilindîya pêlên deryayê jî kêm e.