Şam-SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn emîdê berê yê Pasevanên Komarê yê ser bi rejîma berê ve, Mard Mihemed ê ku bi nasnavê “Pasevanê Paytextê” tê naskirin, girt.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn îro Şemîyê di parvekirinekê de li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku kesê girtî, di dema operasyonên leşkerî yên hêzên rejîma berê de li ser çend deverên Gundewarê Şamê, wekî fermandarekî leşkerî yê meydanî derketibû pêş.
Di nav van deveran de Qabûn, Hame, Wadî Bereda, Qudseya, Eyn Terma û Cewber hebûn; her wiha navborî beşdarî birêvebirina operasyonên leşkerî yên bi navê “Inne We’dallahî Heqq” jî bûbû.
Hêzên ewlehîyê zelal kir ku lêpirsîn ji bo temamkirina komkirina delîlên girêdayî rol û bûyerên ku li ser vî kesî hatine tomarkirin berdewam dikin, da ku rêkarên yasayî û dadwerî yên pêwîst li dijî wî werin girtin.